Bernameya pîrozbahiyên Newroza Bakurê Kurdistanê hate eskere kirin
PeyamaKurd – Bernameya ahengên Newroza 2025an ku bi pêşengiya DEM Partiyê tê birêvebirin, hate eşkere kirin. Li gorî bernameya ku hate ragihandin, wê Newroz li 89 navendên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê bê pîrozkirin.
Herwiha hatiye ragihandin ku wê deklarasyona pîrozbahiyên Newrozê jî di 11ê Adarê li Diyarbekir û Stenbolê bi hevdemî were eşkere kirin. Yekemîn agirê Newroza îsal jî wê di 12ê Adarê li navçeya Licê ya Diyarbekirê bê pêxistin, PKK 26-27ê Mijdara 1978an li wir hatiye damezrandin.
Bernameya ku hatiye eşkere kirin wiha ye:
13ê Adarê li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, wê agirê Newrozê were vêxistin. Di heman rojê de li navçeya Sûrê ya Amedê bi pêşengiya jinan wê agirê bi meşale û erbaneyan bê pêxistin û li Kadîfekale ya Îzmîrê jî agirê Newrozê bê pêxistin. Kadifekale navendeke ku di 22 'ê Adara 1992'an de Rahşan Demîrel bedena xwe dabû ber agir û ev der bi Newrozê re bûye yek.
Di 21ê Adarê de pîrozbahiya Newrozê wê tenê li Amedê pêk were. Tê payîn ku di pîrozbahiyên Newrozê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" derkevin pêş.
11 Adar: Li Amed û Stenbolê deklarasyona Newrozê bê aşkerakirin.
12 Adar: Amed/Licê
13 Adar: Riha/Xelfetî, Amed/Sûr (Bi pêşengiya jinan meşa meşaleyî û erbane), Îzmîr/Kadîfekale
14 Adar: Xarpêt/Dep, Riha/Curnê Reş
15 Adar: Mêrdîn/Mîdyat, Amed/Bismil, Şirnex/Elkê, Şirnex/Qileban, Riha/Bêrecûk, Riha/Serêkaniyê, Mûş/Kop, Agirî/Giyadîn, Colemêrg/Şemzînan, Mêrdîn/Dêrîk
17 Adar: Agirî/Panos, Manîsa, Şirnex/Hezex (Bi pêşengiya jinan), Îdir, Wan/Erdîş, Sêrt/Misirc, Amed/Erxenî, Riha/Sêwereg, Mûş/Gimgim, Colemêrg/Çelê, Mêrdîn/Şemrex
18 Adar: Amed/Farqîn, Riha/Wêranşar, Colemêrg, Şirnex/Silopiya, Agirî, Mêrdîn/Qoser, Êlih/Hezo, Qers/Dîgor, Sêrt/Dihê, Mûş/Milazgir, Riha/Hewag
19 Adar: Wan, Şirnex, Mêrdîn/Nisêbîn, Riha/Pirsûs, Çewlîg, Mûş, Bedlîs/Tetwan, Mêrdîn/Stewr
20 Adar: Riha, Erdexan, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Colemêrg/Gever, Agirî/Bazîd, Şirnex/Cizîr, Semsûr, Dêrsim, Qers, Erzirom/Tekman, Mêrdîn/Kerboran
21 Adar: Amed
22 Adar: Dîlok, Mersîn, Kocaelî, Îzmîr, Osmaniye, Konya/Kulu, Çanakkale/Gokçeada, Hatay/Erzîn, Mugla/Bodrûm, Aydin/Ortaklar
23 Adar: Aydin, Bursa, Denîzlî, Stenbol, Antalya, Edene, Enqere, Konya, Erzîngan, Çanakkale, Balikesîr, Eskîşehîr, Artvîn/Hopa, Hatay/Îskenderun, Tekîrdag, Malatya, Kirşehîr, Mereş/Bazarcix, Mugla/Datça

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin