Bernameya Erdogan a Bakurê Kurdistanê eskere bû: Serdana 7 bajaran dike

03 March 2024 12:01 0 dîtin
Bernameya Erdogan a Bakurê Kurdistanê eskere bû: Serdana 7 bajaran dike
PeyamaKurd – Bernameya Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan a propagandaya hilbijartinên 31ê Adarê li bajarê bakurê Kurdistanê hate eşkere kirin.

Li gorî zanyariyan wê Erdogan di navbera 6 û 21ê Adarê de li hejmarek bajarên sereke yên Kurdan bigere û kampanyaya hilbijartinê berdewam bike.

Hate ragihandin ku wê Erdogan di 6ê Adarê de li Meletiyê, di 10ê Adarê de li Diyarbekirê, di 11ê Adarê de li Şirnexê, di 13ê Adarê de li Mêrdînê, di 15ê Adarê de li Wanê, di 20ê Adarê de li Rihayê û Roja Cejna Newrozê 21ê Adarê jî li Batmanê beşdarî mîtingên partiya xwe bibe û ji bo hilbijartinên şaredariyan dengan bixwaze.

Serokomarê Tirkiyeyê di van serdanan de, herwiha beşdarî merasîmên vekirina projeyan jî bibe.