Bernameya civîna asayî ya Parlamentoya Kurdistanê hat eskere kirin
PeyamaKurd - Parlamentoya Herêma Kurdistanê roja 09.11.2021ê li demjimêr 11:00ê civîna xwe ya 6em a dema payîzê ya sala sêyem a hilbijartina pêncem pêk bîne.
Bernameya civîna 9ê Mijdarê ya Parlamentoya Kurdistanê wiha ye:
Yekem:
Dengdan li ser wan projeyasayan:
1 – Projeyasaya nûjen kirina yasaya bazirganiya Iraqê ya bi hejmara 30 a sala 1984ê li herêma Kurdistanê.
2 – Projeyasaya berhemanîn û hawirde kirina binêtû, şitil û tomar kirin û pejirandin û parêzgarî kirina li gijlok û teyrokan li herêma Kurdistanê.
Duyem:
Xwendin û dengdan li ser birgeya duyem a madeya 4 a yasaya hejmara 8 a sala 2021ê ya yasaya nûjen a yekem yasaya maf û îmtiyazên kêmendam û xwedî pêwîstiyên taybet li herêma Kurdistanê – Iraqê ya hejmara 22 ya sala 2011ê, ku biryara hejmara 10 a sala 2021ê ya serokatiya herêmê ve vegeriyaye bo Parlamentoya Kurdistanê.
Sêyem:
Xwendina duyem bo pêşniyar yasaya nûjen a yasaya windabûyên li helmetên jinavbirina komkujiya gelê Kurdistanê – Iraq.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin