Parlamentoya Kurdistanê civîna xwe ya asayî li dar dixe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Parlamentoya Kurdistanê roja Sêşemê civîna xwe ya asayî li dar dixe û ji parlamenteran hat xwestin beşdariya wê civînê bikin.
Parlamentoya Kurdistanê bi îmzeya seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq bi daxuyaniyeke fermî daxwaz ji hemû endamên Parlamentoya Kurdistanê kir roja 27.10.2020ê ji bo civîna asayî ya Parlamentoyê amade bin.
Di vexwandina serokê Parlamentoya Kurdistanê de hatiye gotin: “Ji bo amadebûna runiştina roja 27.10.2020 ya hejmara 9 a asayî ya demsala payîzê sala duyem a dema hilbijartinên pêncem a Parlamentoya Kurdistanê, demjimêr 14:00ê pîştî nîvro li Parlamentoyê amade bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin