Dema civîna asayî ya Parlamentoya Kurdistanê diyar bû
PeyamaKurd - Li gor nivîsa fermî ya Seroka Parlamentoya Kurdistanê, hemû endamên Parlamentoya Kurdistanê tên vexwandin û roja 30.06.2019an dê civîna asayî ya Parlamentoya Kurdistanê birêve biçe.
Vexwandina Seroka Parlamentoyê ya ji bo parlamenteran waha ye:
Banga ji bo hemû endamên birêz ên Parlamentoya Kurdistanê
Li gor hukmê bergê sêyema a madeya 18ê, ya peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê – Iraq, me biryar daye em bangî hemû endamên birêz ên parlamentoyê bikin, bo rûniştina bi hejmara 9 a asayî ya sala yekem di dema helbijartina parlamentoya Kurdistan – Iraq a pêncem û roja 30.06.2019ê demjimêr 11:00ê tîka dikim dema hatî diyar kirin de amade bin.
Li gel rêz …
Dr. Vala Ferîd Îbrahîm
Seroka Parlamentoya Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin