Parlamentoya Kurdistanê ji bo dirêjkirina dema yasayî dicive

09 October 2022 10:27 0 dîtin
Parlamentoya Kurdistanê ji bo dirêjkirina dema yasayî dicive

PeyamaKurd – Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Îro Yekşemê li ser pêşneyaryasaya berdewambûn û dirêjkirina dema pêncem a parlamentoyê dengdanê dike.

Hat ragihandina ku bi vexwendina seroka arlamentoyê, wê Parlamentoya Kurdistanê di demjimêr 10:00 de dest bi civîna xwe bike û bernameya karê rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê jî li ser du mijaran e; Yekem: Dengdana li ser pêşneyaryasaya ‘Berdewambûna dema pêncem a Parlamentoya Kurdistan – Iraq’ û Duyem jî: Berdewambûna li ser xwendina duyem a projeyasaya ‘Perwerde û Fêrkarî li Herêma Kurdistan – Iraq’ e.

Bi îmzeya parlamenterên fraksiyonên PDK, YNK û Gorran û pêkhateyan pêşneyaryasaya ‘Berdewambûna dema pêncem a Parlamentoya Kurdistan – Iraq’ hatibû kirin û hatibû xwestin, ji bo dema salekê temenê Parlamentoya Kurdistanê bê dirêjkirin.

Armanca derxistina yasayê ji bo wê ye ku heta dema encamdana hilbijartinan valatiye yasayî çênebe.