Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di dema xwe de pêk werin

09 October 2024 13:54 0 dîtin
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di dema xwe de pêk werin

PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di 20'ê Cotmeha 2024'an de, wek ku hatiye plankirin, pêk werin.

Di daxuyaniya ku îro (Çarşem, 9'ê Cotmeha 2024'an) ji aliyê Komîsyonê ve hatiye dayîn de, hat ragihandin ku Komîsyona Hilbijartinan ji bo partî û hevpeymaniyên siyasî, namzetên serbixwe, rêxistinên civaka sivîl û hemû kesên ku bi karên hilbijartinan re mijûl dibin, pêvajoyên saxlem ava kirine û garantiya karê xwe yê serbixwe û bêalî daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêvajo dê li hember her cure mudaxele, guhertin an jî parastina dengan a li ser îradeya dengderan bisekine, û beriya ku encamên dawî werin ragihandin, dê gelek pêvajoyên simulasyonê ji bo ceribandinê sistemê hilbijartinê werin meşandin.

Her wiha hat diyarkirin ku Komîsyon plan dike ku ji bo amadekariya meşandina rast a hilbijartinan, bi şirketeke navneteweyî ya bi nav û deng re peymanê îmze bike da ku amûran test bike û kêmasiyên teknîkî yên di karkirina amûran de çareser bike.

Hat ragihandin ku Komîsyonê her wiha komek pêvajo amade kirine da ku di hemû navendên dengdanê de hejmartinan bi destî pêk bîne û wan bi encamên hejmartina elektronîk re bide hev, da ku yekparebûna pêvajoya hilbijartinê misoger bike.

Di dawiyê de hat destnîşankirin ku destûr nayê dayîn ku tu partî mudaxeleyî karên Komîsyonê bike û hewl bide ku encama pêvajoya hilbijartinê biguherîne an bandor lê bike.