Dema pêskeskirina namzedan bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bidawî bû

18 July 2024 16:36 0 dîtin
Dema pêskeskirina namzedan bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bidawî bû

PeyamaKurd – Serokê Şaxa Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartinên Iraqê Merwan Mihemed ragihand ku îro 18ê Tîrmehê li demjimêr 14:00 dema pêşkeşkirina namzedan bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bidawî bûye.

Mihemed, ragihand ku piştî wergirtina navên namzedan dê ew nav bêne pesendkirin û piştre jî ji bo hejmara namzedan wê pişk bê kirin.

Komîsyonê beriya niha dema tomarkirina navên namzedan ji bo sê rojan heta 15ê Tîrmehê dirêj kiribû. Herî dawî îro PDKê jî namzedên xwe pêşkeş kiribûn.

Hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê di 20ê Cotmehê de tê lidarxistin.

Bi biryara Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji 100 kursiyan, 5 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkhateyên wek kota  hatine terxankirin.