DYA, bi sedema mudaxele bi hilbijartinên DYA-2024an kirine givasê danî ser Rûsya û Îranê

31 December 2024 23:15 0 dîtin
DYA, bi sedema mudaxele bi hilbijartinên DYA-2024an kirine givasê danî ser Rûsya û Îranê

PeyamaKurd – Wezareta xezînê ya DYAyê bi sedema mudaxeleyê hilbijartina DYA-2024an kirine, givaşên nuh danî ser Îran û Rûsyayê.

Givaşên nû li Îranê danî ser dezgeyekî artêşa Îranê û dezgeyekî bi îstîxbarata leşkerî ya Rûsyayê ve girêdayî GRUyê. Wezaretê givaşê danî ser navendekî girêdayê IRGCa ya Îranê û serokê dezga girêdayê GRUyê yê bi navê Valery Korovin ya Rûsyayê.

Wezaretê ragihand ku dezgeyên navborî gengeşeyên sosyo-polîtîk geş kirine û xwestine li hilbijartinên DYAyê yên 2024an bandorê bikin. Cîgirê berpirsê îstîxbarata darayî yê wezaretê Bradley Smith di mijarê de got:

“Hukumetên Rûsya û Îranê pêvajoya hilbijartina me kirine hedef, di rêya kampanyayên gemarkirina agahiyan de xwestine xelkê DYAyê perçe bikin. Wê DYA li hemberê kesên dixwazin derbê li demokrasiya me bixin, daîma amade bin.”