Hejmara Kurdên di 2024an de koçî Almanyayê kirine hate eskere kirin

12 May 2024 16:02 0 dîtin
Hejmara Kurdên di 2024an de koçî Almanyayê kirine hate eskere kirin

PeyamaKurd – Saziya Koç û Penaberan a Almanyaya Federal (BAMF) ragihand, di nav serlêdanên penaxwaziyê yên 4 mehên destpêka 2024an de, ji nav 92 hezar û 454 kesan zêdetirî 18 hezarê wan Kurd in.

Di daxuyaniya BAMFê de hatiye eşkere kirin, di 4 mehên destpêka sala 2024an de, bi giştî 18 hezar û 904 welatiyên Kurd koçî Almanyayê kirine.

Hate diyarkirin ku ji wan 12 hezar 5ê wan mêr in, 5 hezar û 792yê wan jin û 5 hezar û 349 kes jî di bin temenê 16 saliyê de ne.

Welatên ku ji wan hatine jî di serî de ji Tirkiyê 9 hezar û 110 kes û ji Sûriye-Rojavayê Kurdistanê jî 5 hezar û 791 kes in.

Li gorî amarên BAMFê ji her 5 kesên koçî Almanyayê kirine yek ji wan Kurd e.