Hejmara dawî ya sehîd, revandî û rizgarbûyên Kurdên Êzidî eskere bû
PeyamaKurd – Serokê dosyeya rizgarkirina revandiyên Kurdên êzîdî Xeyrî Bozanî hejmara dawî ya revandî û rizgarbûyên Kurdên êzidî eşkere kir.
Bozanî da xuyakirin: “Bi giştî ji 3 hezar 548 jinên êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve sala 2014ê hatine revandin, heta niha 1 hezar û 207 keç û jin hatine rizgarkirin. Ji 2 hezar û 869 zilam hatibûn revandin û bêserşûn kirin û ji wan jî heta niha 339 zilam hatine rizgar kirin.”
Xeyrî Bozanî daye xuyakirin: “Di jenosîda Şingalê ya sala 2014ê de 6 hezar û 417 kesên êzidî (Jin û zilam) hatin revandin. Ji wan 3 hezar û 548 keç û jin bûn û 2 hezar û 869 kes jî zilam bûn. Heta niha 3 hezar û 553 kes ji herdu zayendan hatine rizgar kirin. 1 hezar û 207 keç û jin û 339 zeilam û 1 hezar û 51 zarokên keç û 956 zarokên kur in. 146 revandiyên êzidiyan jî ku hatine tespitkirin hatine şehîd kirin û heta niha çarenivîsa 2 hezar û 718 kesan jî nediyar e û ji wan jî 1 hezar û 273 kes keç û jin in û 445 kes jî zilam û kur in.”
Li gorî nûçeya BasNewsê Bozanî gotiye: “29 kesên êzidî ji nav gorên komî bi saxî rizgar bûne û 68 tirbeyên êzidiyan jî hatibûn teqandin. Di encama jenosîda Şingalê de heta 100 hezar kesên êzidî çûne derveyî welat. Heta niha li Şingalê 83 gorên komî hatine dîtin û bi dehan gorên takekesî jî hatine dîtin.”
Xeyrî Bozanî dawiyê da zanîn: “Ji ber jenosîda Şingalê 1 hezar û 293 kes şehîd bûne û 2 hezar û 745 zarok jî sêwî mane û heta niha jî lêgerîna li ser rizgarkirina revandiyên êzidî berdewam e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin