Di 20 salên dawî de li Tirkiyeyê hejmara girtiyan 6 qat zêdetir bûye

06 June 2024 13:19 0 dîtin
Di 20 salên dawî de li Tirkiyeyê hejmara girtiyan 6 qat zêdetir bûye

PeyamaKurd – Konseya Ewropayê (KE) raporta lêkolîna xwe ya di derbarê serjimêra girtiyên 46 welatên KEyê ya ji 31ê Çileya 2023yan vir ve ji raya giştî re ragihand.

Li gorî îstatîstîkên KEyê, li Ewropayê ji bilî Bosna Hersekê bi giştî milyon û 36 hezar û 680 girtî hene.

Di raportê de Tirkiye, di navbera 31ê Çileya 2022 û 31ê Çileya 2023an de, di nav welatên Ewropayê de ya ku herî zêde girtî lê hene ye.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku li girtîgehên Tirkiyeyê, kesên ku têne darizandin jî di nav de 348 hezar û 265 girtî hene.

Piştî Tirkiyeyê Brîtanya bi 90 hezar û 964an, Fransa bi 72 hezar û 294an, Polonya bi 71 hezar û 228an, Almanya bi 56 hezar û 294an, Îtalya bi 56 hezar û 127an û Spanya jî bi 55 hezar û 909an hatiye rêzkirin.

Ji 100 hezar kesan 408 kes girtîne

Di raportê de hejmara girtiyan li gorî gelheya welatan jî hatiye dabeşkirin û li gor van rêjeyan, Tirkiye ji her 100 hezar kesan 408  kes girtîne û di vî warî de jî yekemîniya xwe mîsoger kiriye.

Di vî warî de piştî Tirkiyeyê Gurcistan bi 256an, Azerbaycan bi 244an, Moldova bi 242yan, Macaristan bi 211an, Polonya bi 194an, Slovakya bi 183yan, Arnawud bi 179an û Çekya bi 176an hatine rêzkirin.

Welatên Ewropayê yên ku li gorî gelheya xwe herî hindik girtî lê hene, Liechtenstein 15, Îzlanda 36, San Marîno 41, Fînlandiya 52, Hollanda 52, Norwêc 55, Almanya 67, Slovenya 68 û Danîmarka 71.

Li welatên rojava û bakurê Ewropayê hejmar kêmtir in

Pisporên KEyê ev rastiya ku hejmara girtiyan a ku li Ewropaya Rojhilat û Kafkasyayê ji ya Ewropaya Rojava û Bakur zêdetir e, wek beşek ji nêzîkatiyên çandî yên sûc û cezakirinê û cudahiyên di navbera pergalên siyasî de nirxandin.

Di lêkolîna KEyê ya ku di 31ê Çileya 2022yan de hatibû kirin de hejmara girtiyên Tirkiyeyê 303 hezar û 945 bû.

Li Tirkiyeyê di navbera salên 2013-2023an de, rêjeya girtiyan ji sedî 126,8 zêde bû.

Di rapora KEyê ya îro hate ragihandin de her wiha hat bibîrxistin ku di sala 2012an de li girtîgehên Tirkiyeyê ji her 100 hezar kesan 161, di 2015an de 223, di 2019an de 329, di 2022an de jî 355 girtî hebûne.