Li Serîeya Rojava mezintirîn operasyona 20 salên dawî: Herî kêm 10 kes hatin kustin

29 August 2024 14:14 0 dîtin
Li Serîeya Rojava mezintirîn operasyona 20 salên dawî: Herî kêm 10 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê, li Şerîeya Rojava ya Filistînê, operasyoneke mezin pêk aniye. Hate gotin ku di vê operasyona ku mezintirîn operasyona 20 salên dawî ye de herî kêm 10 kes hatine kuşutin.

Li gorî rayedarên Filistînî, di operasyona ku hêzên Îsraîlê li bakurê Şerîeya Rojava ya di bin dagirkeriyê de pêk anî de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku ev operasyona herî mezin a leşkerî ya li herêmê di 20 salên dawî de ye.

Li Şerîeya Rojava li dijî 4 bajarên Filistînê bi awayekî hemwext operasyon tên kirin. Bajarên Jenîn, Tulkarm, Nablus û Tubas hatin hedefgirtin.

Hat ragihandin ku li kampên penaberan ên Cenîn û Nûr Şems û El Fara bi balafirên bê mirov êrîş pêk hatiye.

Medya Îsraîlê ragihand ku bi sedan leşker beşdarî operasyonê bûne.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsraîl Katz destnîşan kir ku divê bi Şerîeya Rojava re jî mîna Xezzeyê were kirin û îdia kir ku Îran hewl dide li vê herêmê eniyê veke.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku li bajarên Tulkarm û Jenînê "operasyona dijî terorê" li dar xistine.

Piştî Întîfadaya Duyem a ku di navbera salên 2000 û 2005’an de dom kir, ev cara yekem e operasyoneke bi vî rengî tê kirin.