Biden li ser hemwelatiya Tirk-Amerîkî ya li Serîeya Rojava hat kustin daxuyanî da

07 September 2024 08:28 0 dîtin
Biden li ser hemwelatiya Tirk-Amerîkî ya li Serîeya Rojava hat kustin daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku wî bi ekîba xwe re li ser kuştina çalakvana welatiya Tirk-Amerîkî Ayşenur Ezgi Eygi ji aliyê leşkerên Îsraîlî ve agahî guhertiye, lê heta niha agahiyên têr li ser bûyerê nînin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di serdana xwe ya li eyaleta Michiganê de pirsên rojnamevanan bersivand û derbarê aktîvîsta hemwelatiya Tirk-Amerîkî Ayşenur Ezgi Eygi ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat qetilkirin daxuyanî da.

Biden diyar kir ku derbarê qetilkirina Eygî de bi ekîba xwe re hevdîtin pêk aniye û piştî agahiyên berfireh jê re bên dayîn ew dikarin nirxandinekê bikin.

Serokê Amerîkayê got, “Ez ê li ser vê mijarê hûrgiliyên zêdetir ji we re bibînim, lê hîna ev agahî li ber destê min nînin. Pêdiviya min bi agahiyên zêdetir heNe, ji ber vê yekê ez dereng ji (Qesra Spî) derketim, ez bi ekîba xwe re bi telefonê axivîm. Ew ê dawiyê bêtir agahî bigihêjin ber destê min.”