Senatorên Amerîkî nameya doza girtina HDPê ji Biden re sandin û hisyarî dan Tirkiyê
PeyamaKurd - 10 Senatorên Amerîkî li ser mijara doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û daxwaza qedexeya siyasetê li ser parlamenterên HDPê, doh 11ê Mijdarê nameyek ji Serokê Amerîka Joe Biden re şandin.
Senatorên Amerîkî yên bi navên Christ Van Hollen, Jamse Lankford, Angus King S. Jr, Sherrod Brown, Ron Wyden, Thom Tillis, Edward J. Markey, Jeffrey A. Merkley, Jeanne Shaheen û Corry A. Booker di nameya hevbeş a bo Biden şandine de, balê dikişînin ser doza girtina HDPê û daxwazên qedexeya siyasetê li rêveber û endamên wê û hişyarîyê didin.
A growing coalition of American civil society, ethnic, and faith-based groups are joining with US Senators in warning #Erdogan that attempt to ban Turkey's HDP Party - @HDPgenelmerkezi - will be met with serious consequences. @hisyarozsoy pic.twitter.com/E1IFupI6xr
— ANCA (@ANCA_DC) November 11, 2021
Di nameya xwe de senator ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re dibêjin, “Em daxwaz dikin ku hûn di pêwendiyên ligel Tirkiyê de girêdayî prensîbên demokrasî, mafê mirovan û serweriya hiquqê ya welatê me bin.”
Senatoran herwiha daxwaz ji Joe Biden kiriye, “bi Erdogan bide zanîn ku dê encamên cidî yên girtina HDPê û qedexaya siyasetê li ser parlementerên wê ji bo Tirkiyê hebin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin