8 senatorên Amerîkî bang li Biden kirin: "Sandina çekan ji Îsraîlê re rawestîne"
PeyamaKurd – Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) komek ji 8 senatoran bi serokatiya Senatorê serbixwe yê Vermontê Bernie Sanders nameyek ji Serokdewlet Joe Biden re şand û bang li wî kir ku "dest ji dayîna çekan berde Îsraîlê".
Nameya ku ji aliyê 7 senatorên Demokrat ên Senatoya DYA û Sanders ve hat îmzekirin, li bangên siyasî yên ku ji Biden re yên têkildarî Xezzeyê hatin kirin, hate zêdekirin.
Di nameyê de senatoran tekez kirin ku rêveberiya Îsraîlê rê li ber gihandina alîkariyên mirovî yên Xezzeyê digire û ev yek bi awayekî radîkal peymanên têkildar ên navneteweyî binpê dike.
Senatoran li ser qanûna têkildar a ku dibêje "Welatên ku alîkariyên mirovî asteng dikin nayên piştgirî kirin" di firotina çekan a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo welatên sêyemîn de, senatoran banga rawestandina çekan a ji bo Îsraîlê kirin.
Senatoran destnîşan kirin ku şandina çekan a rêveberiya Amerîkayê ji hikûmeta Benjamin Netanyahu re ne li gorî qanûnên Amerîkayê ye, senatoran diyar kirin ku divê alîkariya însanî ya lezgîn ji bo Xezzeyê were şandin.
Senatorên Amerîkî di nameyê de nivîsîbûn, "Qanûna Federal eşkere ye; lezgîniya krîza li Xezzeyê diyar e û diyar e ku Serokwezîr Netanyahu gelek caran guh nedaye fikarên Amerîkayê yên di vê mijarê de. Ji ber vê yekê ji bo guhertina vê siyasetê divê bi lezgînî gav bê avêtin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin