Senatorên Amerîkî banga cezakirina Tirkiyê li Pompeo kirin
PeyamaKurd – Senatorên Amerîkayê Robert Menendez û Chris Von Hollen ji Wezîrê Derve Mike Pompeo daxwaz kirin, pêwîst e bi Yekîtiya Ewropayê re ji bo ferzkirina cezayên giştî û hevpar li dijî aboriya Tirkiyê hevnêrîn bin.
Robert Menendez û Chris Von Hollen di nameya xwe ya beriya civîna Pompeo bi wezîrê derve yê Yunanistanê Nikos Dendias de wiha gotin:
"Heke dewleta Tirk tevgerên xwe yên derqanûnî li rojhilatê Deryayê Spî domandin, divê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) bi lez planekê ji bo ferzkirina cezayên hevpar û giştî li ser warên sereke yên aboriya Tirkiyê ferz bikin."
Her du senatoran da xuyakirin: “Divê Pompeo tevahiya tedbîrên pêwîst bigire da ku Tirkiye neçar bike ku keştiyên xwe ji herêma aborî ya taybet a Yunanistanê derxe û li gorî qanûnên navdewletî tevbigere.”
Robert Menendez û Chris Von Hollen gotin: “Heger Amerîka di vî warî de û di vê dema krîtîk de bi bin ket, wê asta nakokiyê mezintir bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin