Senatorên Amerîkî: Ji bo Tirkiyê rê li ber firotina F-16an vedibe
PeyamaKurd – Hejmarek senatorên Amerîkî yên ji partiya Komarî û Demokratan ku dema ji ber kirîna sîstemên berevaniya moşekî S-400ên Rûsî, bi hewldanên wan Tirkiye ji bernameya balafirên nifşê nû F-35an hatibû derxistin, behsa proseyeke nû ya ligel Tirkiyê dikin.
Hin senatorên xwedî bandor ji Defence Newsê re, li ser dayîna F-16an bo Tirkiyê diyar kirine ku niha rêveberiya Washingtonê meyldarê wê ye ku wan balafiran bifiroşe Tirkiyê.
Senatorên ku beriya niha di derxistina Tirkiyê ya ji bernameya F-35an de rol girtine niha jî dibêjin, ew piştevaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden dikin ku dixwaze ji bo xizmetkirina ewlehiya Amerîkayê F-16an bifiroşin endama NATO Tirkiyê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî ku Tirkiye bi hinceta S-400ên rûsî ji bernameya F-35an hatibû derxistin û rastî hin dorpêçên Amerîkayê hatibû, daxwaz ji Amerîkayê kiribû balafirên F-16 bifiroşin wan. Lê heta niha biryar li ser nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin