Ji 6 lobiyên Amerîkî nameya F-16an: Nedin Tirkiyê!..

26 January 2024 20:43 0 dîtin
Ji 6 lobiyên Amerîkî nameya F-16an: Nedin Tirkiyê!..

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku lobiyên Kurd, Hind, Yunan û Ermenan ji Komîteyên Derve yên Senato û Meclîsa Nûneran ên Amerîkayê re nameyek şandin û xwestin, balafirên F16 nedin Tirkiyeyê.

Hate ragihandin ku koma bi navê “Hevpeymaniya Na ya Ji Bo Balafirên Şer ên Ji Bo Tirkiyeyê” (#NoJetsForTurkey) ku ji Konseya Rêberiya Yunan Amerîkî (HALC), Dostên Kurdistanê yên Amerîkî (AFK), Komîteya Neteweyî ya Amerîka Ermenî (ANCA), Weqfa Hindû Amerîkî (HAF), Organîzasyona Parastinê ya Xirîstiyanan (IDC) û Foruma Rojhilata Navîn (MEF) nameyek ji Komîteyên Derve yên Senato û Meclîsa Nûneran ên Amerîkayê re name şand û daxwaz kir ku balafirên F16 nedin Tirkiyeyê.

Hêjayî gotinê ye, ev name piştî ku Tirkiyeyê endamtiya Swêdê ya NATOyê erê kir û Serokê Amerîkayê Joe Biden ji nûnerên girîng ên Kongreyê xwest, firotina balafirên F16 ji bo Tirkiyeyê erê bikin, hate şandin.

Di nameya lobiyên Kurd, Hind, Yunan û Ermenan de, ji Amerîkayê hatiye xwestin, balafirên F16 nefiroşin Tirkiyeyê yan jî hûrgiliyên firotinê werin kontrolkirin û tê gotin, “Derbarê çawaniya bikaranîna balafiran û berpirsiyariya Tirkiyeyê mekanîzmeyek were avakirin.”

Di nameyê de wiha tê gotin: “Veguhastina çekan a ji bo Tirkiyeyê metirsiya me ya derbarê binpêkirina mafên mirovan û egera zêdebûna şer de zêde dike. Tirkiyeyê berê balafirên F16 ji bo ku li dijî Qerebaxê bi kar bîne daye Azerbaycanê. Li dijî hevpeymanên me yên Kurd ên li Sûriyeyê bi kar anîn û ji bo binpêkirina qada esmanî ya Yunanistanê û binpêkirina serweriya Yunanistanê bi kar anîn.”