Daxuyaniya F-16an ji DYAyê: Tirkiyê nameya qebûlkirinê îmze kir!

07 June 2024 09:09 0 dîtin
Daxuyaniya F-16an ji DYAyê: Tirkiyê nameya qebûlkirinê îmze kir!

PeyamaKurd – Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê de wiha hat gotin: "Tirkiyeyê nameya qebûlkirina F-16an îmze kir."

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Tirkiyê nameya qebûlkirina firotina F-16an îmze kiriye.

Bi temambûna pêvajoyê re Tirkiye wê 40 balafirên şer ên F-16 Block 70 û 79 kelûpelên nûjenkirina F-16 ji Amerîkayê bikire.

Di meha Çile de, Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî ragihand ku rêveberiya Biden piştgirî da nûjenkirina fîloya F-16 ya Tirkiyê.

Biden bang li Kongreyê kiribû ku firotina F-16 a bi 20 milyar dolarî ji Tirkiyeyê re bipejirîne.