Li Kongreya Amerîkayê ti îtiraz li firotina F-16an a bo Tirkiyê nehat kirin
PeyamaKurd – Koşka Spî 26ê Çileyê pêşniyara firotina F-16an bo Tirkiyeyê şandibû Kongreya Amerîkî û di maweya 15 rojan de ti îtirazên bo rawestindina wê proseyê nehate kirin.
Hate ragihandin ku ev tê wateya ku 15 rojên lêhûrbûnê bidawî bûne û ji ber ku ti îtiraz nehatiye kirin jî rê li ber firotina F-16an û kîtên modernîzekirinê vebûye.
15 rojên bo lêpirsîn û îtirazên li ser pêşniyara Koşka Spî doh 10ê Sibatê bidawî bû ku ev yek ji bo Tirkiyeyê wekî pêngaveke girîng tê nirxandin.
Li gorî zanyariyan, bi derbasbûna 15 rojan re, ti asteng li pêşiya firotina F-16an bo Tirkiyeyê nema û dê êdî proseya firotinê di nav saziyên pêwendîdar ên Amerîka û Tirkiyeyê de dest pê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin