Ned Price: Amerîkayê ti pêsniyarek ji bo firotina F-16an li Tirkiyê nekiriye
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê îdiayên ku Amerîkayê li şûna F-35an firotina balafirên F-16 li Tirkiyê pêşniyar kiriye red kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand ku welatê wî derbarê kirîna balafirên F-16 ên Amerîkî de ti pêşniyareke darayî li Tirkiyê nekiriye.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 17ê Cotmehê îdîa kiribû ku îdareya Biden pêşniyara firotina balafirên F-16 Tirkiyê kiriye li şûna balafirên F-35 ku berê biryar bû Washington bifroşe Enqerê, lê piştî kirîna Tirkiyê ya sîstemên berevaniyê S-400ên rûsî hatibû betalkirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li ser pirseke derbarê mijarê de got: “Derbarê planên serbazî û berevanî yên Tirkiyê de ya baş ew e, wê pirsê ji hikûmeta wî welatî bikin, tişta ez dikarim wek Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê bibêjin ew e ku Amerîkayê ti pêşniyareke darayî ji bo firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyê nekiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin