Endamê Kongreya Amerîkayê Stutzman: Divê li Sûriyeyê Sîstemeke Federal Bê Avakirin

13 November 2025 13:00 0 dîtin
 Endamê Kongreya Amerîkayê Stutzman: Divê li Sûriyeyê Sîstemeke Federal Bê Avakirin

PeyamaKurd – Endamê Komarî yê Meclisa Nûneran a Amerîkayê, Marlin Stutzman, piştî hevdîtina xwe ya li gel Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer'a, giringiya avakirina sîstemeke federal li Sûriyeyê anî ziman. Stutzman got,

"Hêviya min ew e ku Kurd û Durzî karibin sîstemeke federal bi pêş bixin. Divê Ehmed Şer rola Kurdan qebûl bike."

Nûnerê Komarî, ku roja Yekşema borî di çarçoveya şîvekê de bi Şer'a re civiya, daxuyaniyên girîng dan. Stutzman bal kişand ser hevalbendiya demdirêj a di navbera Kurd û Durziyan bi Amerîkayê re û tekez kir ku divê rola wan di Sûriyeya nû de were nasîn.

"Federalîzm li Amerîkayê baş dixebite" 

Stutzman modela federal a Amerîkayê weke mînakeke serkeftî nîşan da û got ku sîstemeke bi vî rengî dikare li Sûriyeyê jî were cîbicîkirin. Wî diyar kir,

"Ez bawer dikim ku divê li Sûriyeyê sîstemeke federal hebe, da ku Kurd karibin parêzgeh an eyaletên xwe bi rê ve bibin, lê di bin ala Sûriyeyê de wek Sûriyeyî bimînin."

Stutzman hêviya xwe anî ziman ku bi vê sîstemê, Kurd û Durzî hem karibin xweseriya xwe biparêzin, hem jî wek beşek ji Sûriyeyê bimînin.

Di hevdîtina bi Şer'a re, Stutzman behsa giringiya azadiya olî û parastina pirrengiya civakî ya li Sûriyeyê kir. Wî got,

"Me derfet dît ku em behsa azadiya olî ya li Sûriyeyê bikin ku bi nêrîna min mijareke gelekî girîng e. Bêyî azadiya olî, azadiya aborî çênabe."

Stutzman da zanîn ku wî nameyek ji aliyê hin dêrên Sûriyeyê ve, ku tê de daxwaza nasînê ji hikûmeta nû dikin, radestî Şer'a kiriye.

Endamê Kongreyê da zanîn ku ew hin "nîşanên erênî" li Sûriyeyê dibîne, bi taybetî hewldana Şer'a ya ji bo danûstandinê bi Rojava re, ne bi Rûsya, Çîn an Îranê re. Lêbelê, wî fikarên xwe yên derbarê têkiliyên berê yên Şer'a bi El-Qaîde û El-Nusra re jî anî ziman û got, "Kiryarên wî dê ji gotinên wî bi dengtir bin."

Stutzman tekez kir ku parastina pirrengiya li Sûriyeyê ji bo paşeroja welat krîtîk e û divê Serok Şer'a hemû pêkhate û olan hembêz bike da ku welat ji nû ve were avakirin.