Endamê Kongreya Amerîkayê Mast: Dîplomasiya herî bas kustina terorîstên Filistînî ye

28 June 2024 09:30 0 dîtin
Endamê Kongreya Amerîkayê Mast: Dîplomasiya herî bas kustina terorîstên Filistînî ye

PeyamaKurd – Endamê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Brian Mast li avahiya Kongreyê bi yek ji damezrînerên rêxistina sivîl a li dijî şer (NGO) Medea Benjamin re axivî û got, kuştina Filistîniyên ku  ew wan wek "terorîst", bi nav dike "rêya herî baş a dîplomasiyê" ye.

Endamê Partiya Komarî Mast, vîdyoya axaftina xwe ya li avahiya kongreyê bi Benjamin, yek ji damezrînerên rêxistina sivîl a navneteweyî ya bi navê "Code Pink" ku ji aliyê jinên dijberê şer ve hatiye avakirin, li ser hesabê xwe yê Xê parve kir. Mast di axaftina xwe de bi gotina "Kuştina terorîstan taktîka dîplomatîk a herî baş e. Pêşî Amerîka" parve kir û wiha got: "Dîplomasiya herî baş kuştina terorîstên Filistînî ye."