Sanda Kurdistanê bi endamên kongreya Amerîkayê re civiya

07 February 2024 15:10 0 dîtin
Sanda Kurdistanê bi endamên kongreya Amerîkayê re civiya

PeyamaKurd – Şanda bi serokatiya Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî li gel endamên kongreya Amerîkayê reformên di nava Wezareta Pêşmerge û şerê li dijî DAIŞê de nirxandin.

Şanda bi serokatiya Fewzî Herîrî ku ji Şêwirmendê Karûbarê Derve yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Berpirsê Pêwendiyên Dîplomasî yê Dîwana Serokatiyê Niyaz Salih Mistefa pêk tê, li Washingtonê pêwendiyên xwe didomînin.

Şandeyê duh bi endamên kongreya Amerîkayê Michael Rogers û endamê payebilind ê Komîteya Ewlekariya Partiya Demokrat Adam Smith, endamê Komîteya Karûbarên Derve Michael Waltz û Endamê Koma Kurd a Kongreya Amerîkayê Jim Byrd ji Komîteya Karûbarên Derve ya Kongresê re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinan de li ser pêwendiyên Amerîkayê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li navçeyê de nêrînên xwe danustandin.

Şandeyê spasiya piştevaniya Kongreya Amerîkayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku alîkarî û piştevaniya wan bo Herêma Kurdistanê wê berdewam be.

Di civînê de pêngavên dawî yên derbarê yekxistina Hêzên Pêşmerge û proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de hatin nirxandin, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku şerê li dijî DAIŞê û metirsiya terorîstan li ser Iraq û navçeyê berdewam e.