Endamên Kongreya Amerîkayê banga 'F-16'a li Biden kirin

22 February 2023 11:59 0 dîtin
Endamên Kongreya Amerîkayê banga 'F-16'a li Biden kirin

PeyamaKurd – 12 endamên Kongresê li Dewletên Yekbûyî bang li Serok Joe Biden kirin ku balafirên şer ên F-16 radestî Ukraynayê bike.

Heft qanûndanerên din daxwazname îmze kirin, ku pênc parlamenterên Demokrat û Komarparêz di 16ê Sibatê de ji Biden re nivîsandibûn û daxwaz kiribûn balafirên şer ên F-16 ji Ukraynayê re bên şandin.

Parlamenteran daxwaz kirin di zûtirîn demê de piştgiriya parastina hewayî ji Ukrayna re bê dayîn, di nav de dayîna F-16 an jî balafirên şer ên nifşê çaremîn ên mîna wan ên ku rêveberiya Kîevê xwestiye.

Li hember zêdebûna vê dawiyê ya Rûsyayê di operasyonên şer ên mezin de qanûndaneran tekez kirin, divê ev biryar di zûtirîn demê de were stendin, ji ber ku ji bo perwerdekirina pîlotên pispor ji bo xebitandina van balafiran dem lazim e.

Parlamenteran diyar kirin, hin pîlotên Ukraynayê di sala 2011an de û piştî dagirkirina Kirimê di sala 2018an de bi artêşa Amerîkayê re perwerde dîtine û lîsteyek ji 50 pîlotên Ukraynayî heye ku dikarin di nav sê mehan de perwerdehiya pêwîst werbigirin û bi Îngilîzî biaxivin.

Parlamenterên ku îmze avêtin ev in:

Komarparêz Don Bacon, Mike Gallagher, Tony Gonzales; Demokrat Marcy Kaptur, Susan Wild, Bradley Schneider, Abigail Spanberger, Jim Costa, Jimmy Panetta, Jason Crow, Chrissy Houlahan, Jared F. Golden.