Nameyek ji aliyê 35 endamên Kongreya Amerîkayê ji Biden re hat sandin
PeyamaKurd – Nameyek ji aliyê 35 endamên Kongreya Amerîkayê ji serokê Amerîkayê Joe Biden re şandin û daxwaz kirin balafirên şer ên F-16 nefiroşin Tirkiyê.
Endamên Kongreyê di peyama xwe de diyar kirin, bi balafirên pêşketî yên ji bo Tirkiyê bên firotin, wê li herêmê hîn zêdetir kesan bikujin û rê li ber hilweşînê vekin û 35 endamên kongreya Amerîkayê nameyek ji serokê welat Joe Biden re şandin û jê xwestin balafirên şer yên F-16 nefiroşin Tirkiyê.
Di nameya ku di 8ê Tîrmehê de hat şandin de hat eşkerekirin: “Di civîna NATOyê ya di 30ê Hezîranê li Madrîdê de we nirxandinên ku 70 F-16an bifiroşin Tirkiyê û başkirinên mekanîk kirin. Ji ber vê axaftinê em gelek bi fikarin.”
Hat ragihandin, “Em bi tundî dixwazin ku ev firotin were redkirin. Ji ber ku Tirkiye peymanên xwe yên ji bo DYA û NATOyê binpê dike û ev tê wê wateya xelatkirina Tayyîp Erdogan ku li hundir û derveyî welat binpêkirinên giran ên mafên mirovan dike.”
Endamên Kongreya Amerîkayê di nameyê de qala komkujiyên ku dewleta Tirk bi çekên Amerîkayê pêk anîne hat kirin û wiha hat dewam kirin: “Hêzên Tirk û yên girêdayî wan, gelek caran li Iraq, Sûriye û Qerebaxê bi çekên DYAyê sivîl hedef girtin û sûcên şer kirin. Firotina balafirên şer ên pêşketî ji bo Tirkiyê, wê bike ku Erdogan li herêmê bêhtir kesan bikuje û rê li ber hilweşînê veke.
Di berdewamiyê de destnîşan kirin: “Divê were zanîn ku weke endamên kongreyê, ji bo betalkirina vê ya ji destê me tê em ê bikin. Divê DYA piştgiriyê nede Tirkiyeyê ku herêmê bêîstîqrar dike.”
Hat zanîn ku nameya 35 endamên Kongreyê îmzeya xwe li binî danîne, di heman demê de ji Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Antony Blinken û Wezîrê Parastinê Lloyd Austin re jî hat şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin