Endamên Kongreya Amerîkayê, li ser kêseyên Kurdistanê rawestiya

19 August 2022 15:33 0 dîtin
Endamên Kongreya Amerîkayê, li ser kêseyên Kurdistanê rawestiya

PeyamaKurd- Li ser çareseriya kêşeya petrol û gazê ya navbera Hewlêr û Bexdayê, ji aliyê sê endamên Kongreya Amerîkayê ve gavek hat havêtin.

Kêşaya navborî, ji aliyê endamên Kongreya Amerîkayê Michael Waltz, Dina Titus û Doug Lamborn ve hatiye nirxandin û li ser vê yekê hatiye ragihandin ku li gorî madeyên 111 û 112 yên destûra Iraqê, desthilat ji bo herêman hatiye dayîn ku veberhênanê di çavkaniyên xwe yên sirûştî de bikin û di destûrê de wekî serweta hemû xelkê Iraqê hatiye nasîn.

Har ragihandin ku li ser mijarê, nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re hatiye şandin.

Li gorî hat eşkerekirin, di nameyê de tê gotin ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li bin ronahiya bendên 111 û 112 yên destûra Iraqê, dest bi veberhênana petrol û gaza herêma xwe kiriye û hejmarek kompaniyên Amerîkayê, di wê proseyê de beşdar in.”

Bi berdewamî hatiye tekezkirin ku Herêma Kurdistanê, bi geşepêdana ji sedî 11 kêlgehên xwe gihîştiye asta rojane 450 hezar bermîl petrol û kompaniyên Amerîkî 300 milyon Dolar veberhênanê tê de dikin.

Hatiye diyarkirin ku berhema gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê, dikare ji bo dabînkriina gaza sirûştî ya ji bo Iraqê û bi rêya Tirkiyeyê, ji bo başûrê Ewropayê were hinardekirin, alîkariyê bike.

Endamên Kongreyê bal kişandine ser biryara Dadgeha Federal a li dijî sektora enerjiya Herêma Kurdistanê ku Bexdayê girêbestên Hikûmeta Herêmê yên ligel du kompaniyên Amerîkî û du kompaniyên Ewropî betal kirine, lê belê li ser girêbestên Hikûmeta Herêmê yên ligel kompaniyên Rûsî û Çînî tu biryarek nedaye.

Hat zanîn ku bi rêya nameyê ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxwaz hatiye kirin ku Bexda û Hewlêr, bi rêkeftinê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê yên ji bo veberhênana enerjiya xwe, werin parastin pabendê bikin.