Nameya petrola Kurdistanê ji bo endamê Kongreya Amerîkayê Anthony Blinken!
PeyamaKurd – Endamên Kongresa Amerîkayê daxwaz ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê kirin ku li gel berpirsên Enqere û Bexdayê bicive û di zûtirîn dem de hinartina petrola Herêma Kurdistanê destpê bike.
Michael Waltz, Seth Moulton û Don Bacon ji Koma Dostaniya Kurdistanê li Kongresa Amerîkayê nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re derbarê pirsa petrola Herêma Kurdistanê de şandin û tê de hewlên xwe yên ji bo aramiya aborî li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Di nameyê de daxwaz ji Blinken hatiye kirin ku di asta herî bilind de ligel Bexda û Enqerê bicive û di zûtirîn dem de hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve destpê bike.
Di nameyê de hatiye gotin: “Herêma Kurdistanê bê guman bûye faktoreke giring bo aramiya herêmê û penagehek ji bo penaberan û şirîkekî pêbawer di têkşikandina DAIŞê de.
Tê çaverêkirin ku di rojên bê de, şanda hevbeş a Wezareta Petrola Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina dubare hinartina petrola Kurdistanê biçe Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin