Endamê Kongreya DYA: Divê sîstema parastina mûsekî ya Kurdan jî hebe

02 February 2024 11:03 0 dîtin
Endamê Kongreya DYA: Divê sîstema parastina mûsekî ya Kurdan jî hebe

PeyamaKurd - Endamê Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Chris Smith diyar kir ku divê li Herêma Kurdistanê, sîstemeke bihêz a parastina mûşekî bê sazkirin.

Chris Smith di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku Tehran komên çekdar ên terorîst fînanse dike û diyar kir ku divê DYA guvaşên tûnd û berfirehtir li ser rejîma Îranê bisepîne.

Smith amaje bi peywendiyên DYA û Herêma Kurdistanê jî kir û got: "Pêwendiyên me ligel Herêma Kurdistanê di asteke baş de ne. Pêwîst e ev pêwendiyên me hîn zêdetir û bihêztir bibin."

Smith, pêwîstiya berfirehtirkirin û bihêztirkirina şiyanên gelê Kurd destnîşan kir û got: "Divê di zûtirîn dem de sîstema parastinê ya mûşekî li Herêma Kurdistanê bê sazkirin..