Iraq: Tirkiye 20 kîlometreyan ketiye hûndir, divê sîstema parastina asmanî bê danîn!
PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul li ser operasyonên Tirkiyê yên nav xaka Herêma Kurdistanê bi hinceta hebûna PKKê daxuyanî da û eşkere kir ku artêşa Tirkiyê heta kûrahiya 20 kîlometreyan ketiye nav xaka Iraqê.
Resûl ev yek wekî binpêkirina serweriyê û dagirkirina xaka Iraqê bi nav kir û wiha got:
“Ev yek li gorî lihevkirina her du aliyan, gelekî zêde ye. Artêşa Tirk hejmara baregehên xwe yên di nava herêma Kurdistanê de zêde kirine. Hatina ber bi pêş a dewleta Tirk ne rast e, divê Tirkiye rêzê li serweriya Iraq û welatên cîran bigire.”
Yehya Resûl diyar kir ku baweriya wan bi rêyên dîplomasiyê heye û diyar kir: “Ya ku îro li ser xaka Iraqê çêdibe, dagirkeriyeke mezin e. Dewleta Tirk qada hewayî ya Iraqê binpê kiriye, divê bi rêya sîstema parastina esmanî, ev yek were çareserkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin