Ukrayna: Balafira Azerbaycanê ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê ve hat xistin
PeyamaKurd – Serokê Navenda Têkoşîna Dezenformasyonê ya Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Neteweyî ya Ukraynayê Andrii Kovalenko îdia kir ku balafira Embraer 190 a Rêhewayên Azerbaycanê (AZAL) ku sefera Baku-Grozniyê dikir, ji aliyê sîstema berevaniya hewayî ya Rûsyayê ve hatiye xistin.
Kovalenko di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de derbarê ketina balafira tîpa Embraer 190 a Rêhewayên Azerbaycanê ya ku îro sefera Baku-Grozniyê dikir de nirxandinek kir.
Kovalenko îdia kir ku balafir ji aliyê pergala parastina hewayî ya Rûsyayê ve hatiye xistin û wiha got:
Balafira Embraer 190 a Rêhewaya Azerbaycanê ku îro danê sibê ji Bakûyê diçû Grozniyê ji aliyê pergala parastina hewayî ya Rûsyayê ve hat xistin. Diviyabû Rûsyayê qada hewayî ya li ser Grozniyê bigire lê ev yek nekir. Balafir ji aliyê Rûsan ve derb xwar û li şûna ku bi awayekî awarte li Grozniyê dakeve û jiyana mirovan rizgar bikin, şandin Kazakistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin