Ukrayna: Me modêla herî dawî ya sîstema S-300V4 ya Rûsî îmha kir
PeyamaKurd – Hêzên Çekdarên Ukraynayê ragihand ku wan di nav 24 saetên dawî de, 24 êrîşên asmanî li ser artêşa Rûsî pêk anîne û herwiha modêla herî dawî ya sîstema parastina asmanî ya rûsî S-300V4 hatiye îmha kirin.
Li gorî ragihandina ser medya civakî ya Fermandarê Yekîneyên Tavriya yê artêşa Ukraynayê Aleksandr Tarnavskiy, li herêma Tavriyayê 23 êrîşên asmanî li ser hêzên rûsî hatine kirin û di eniyan de jî 44 pevçûnan rû daye.
Tarnavskiy, herwiha daye xuyakirin ku di 24 saetan de, 1241 moşek û top hatine avêtin û hejmara windayên leşkerên rûsî jî 542 kes bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin