Trump ji Pûtîn re got: Divê serê Ukrayna bi dawî bibe

23 February 2025 12:17 0 dîtin
Trump ji Pûtîn re got: Divê serê Ukrayna bi dawî bibe

 PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser şerê Rûsya-Ukraynayê ragihand ku ew bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn re axiviye û got, “divê şer bi dawî bibe.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Washingtonê di Konferansa Çalakiya Siyasî ya Mihafezeker (CPAC) ya 2025an de ji hilbijêrên Komarî re derbarê xebatên xwe yên mehekê de agahî dan.

Trump bal kişand ser ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de divê bi dawî bibe û got: “Ez bi Serok Putîn re axivîm û bi min divê ev kar bi dawî bibe."

Trump destnîşan kir, Amerîkayê di şer de ji bo Ukraynayê 350 milyar dolar xerc kir û bêyî ku navê Serokê Amerîkayê yê berê Joe Biden bide da zanîn: "Ji ber ku serok û rêveberiyeke ehmeq û nezan hebû."

Trump diyar kir, hindik maye ew bi Ukraynayê re peymanekê pêk bînin û geşedanên heta niha jî tirsnak in.

Trump li ser daxwazên Amerîkayê yên ji rêveberiya Ukraynayê jî got, “Em mîneralên biqîmet û petrolê dixwazin, em bikaribin çi peyda bikin."