Trump: Min ji Pûtîn re got, ‘Ez ê qûbeyan bi ser serê te de bifirînin’

21 October 2024 20:00 0 dîtin
Trump: Min ji Pûtîn re got, ‘Ez ê qûbeyan bi ser serê te de bifirînin’

PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê û namzedê Komariyan ê hilbijartinên seroktiya Amerîka yên 5ê Mijdarê Donald Trump, di hevpeyvîna ligel rojnameya Wall Street Journal (WSJ) de gotinên balkêş kirin.

Trump, li ser îhtimala ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn êrîşî Ukraynayê bike got ku wî di hevdîtinekê de ji Pûtîn re gotiye, “Ger bikev du Ukraynayê, ezê pir dijwar li we bidim.”

Di hevpeyvînê de Trump li ser mijarê daye zanîn ku ew bi xwe jî dizane bê ‘Pûtîn çiqasî dîn e’ û diyar kir:

“Min jê re got ku: ‘Vladimîr, ger tu bikeve pey Ukraynayê ezê pir dijwar li we bidim, tê bawer nekî. Ez ê tam li nîvê Moskowê li we bixim. Em dost in, naxwazim vê bikim. Lê çarayeke min a din tune.’ Pûtîn jî got, ‘ewqas jî na!’ Min got, belê dibe. Ezê qûbeyan ji ser serê te de bifirînim. Hûn dizanin ku ew li bin qûbeyan dijî.”