Joe Biden berî bidawîbûna seroktiya wî 2.5 milyar dolar da Ukraynayê

30 December 2024 19:09 0 dîtin
Joe Biden berî bidawîbûna seroktiya wî 2.5 milyar dolar da Ukraynayê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden, beriya ku 20ê Çileyê 2025an erka seroktiyê radestî serokê hilbijartî Donald Trump bike, alîkariyeke nû ya leşkerî bi nirxê 2 milyar û 500 hezar dolarî dide Ukraynayê.

Biden, bi daxuyaniyeke nivîskî pakêta alîkariya bo Ukraynayê ragihand û got, “Niha di demeke ku gelê Ukraynayê li hember êrîşkariya rûsî berevaniya xwe ya serxwebûnê dike de, pê serbilind im ku alîkariya ewlekariyê ya bi nirxê 2 milyar û 500 hezar milyon dolaran radigihînim.”

Biden bibîr xist ku ew ji Sibata 2022yan ve ji destpêka êrîşên Rûsyayê ve wek Amerîka, bang li welatan dikin piştevaniya Ukraynayê bikin û got, ragihandina alîkariya îro ji bo alavên pêwîst û lezgîn ên Ukraynayê di qada şer de ne.

Herwiha Biden da zanîn ku rêveberiya wî hemû alîkariyên soz dane gihandine Ukraynayê û ew dê heta roja dawî ya seroktiya xwe jî ji bo bihêzkirina Ukraynayê di şer de bêrawestan bixebite.