Biden: Em ê 8 milyar dolarên din jî bidin Ûkraynayê

27 September 2024 15:50 0 dîtin
Biden: Em ê 8 milyar dolarên din jî bidin Ûkraynayê

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ragihand ku ji bo li dijî Rûsyayê parastina xwe xurt bike, di çarçoveya alîkariya leşkerî de ew ê zêdetirî 8 milyar dolarî bidin Ûkraynayê. 

Biden da zanîn ku di çarçoveya alîkariyê de wê 5.5 mîlyar dolarê pakêta alîkariyê ya nû Duşema bê, berî dawiya sala darayî ya DYAyê ji Ûkraynayê re bê radestkirin.

Joe Biden diyar kir ku ev pakêta alîkariyê, di heman demê de yekem radestkirina mûşekên rêwerziya rast a JSOW ya 130 kîlometreyî jî dihewîne.

Serokê DYAyê Joe Biden got: "Em bi mazûvanîkirina Serokomarê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy ya li Qesra Spî serbilind in. Em bawer dikin bi saya van alîkariyên me wê Ûkrayna di şerê parastina xwe de bi ser bikeve."

Biden diyar kir ku ji destpêka şerê Rûsya û Ûkraynayê heta niha ew li cem Kîevê bûne û got: "Îro ez eşkere dikim ku piştgiriya leşkerî ya ji bo Ûkraynayê zêde bûye û gavên din ên ku wê Ûkraynayê bi ser bixe jî bêne avêtin." 

Piştî vê daxuyaniya nivîskî ya Serokê DYAyê Joe Biden, Serokkomarê Ûkraynayê Vladimir Zelenski jî li ser platforma medyaya civakî spasiya Biden û Kongreya DYAyê kir.