Biden ji bo Ukraynayê daxwaza 33 milyar Dolarên din ji Kongresa welatê xwe kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ji Kongresa Amerîka rizamendî li ser alîkariya 33 milyar Dolarên din ji bo Ukraynayê daxwaz kir.
Li gor Joe Biden di axaftina xwe ya li Koşka Spî kir de destîşan kir: “Lêçûnên piştevaniya Ukraynayê gelek zêde ne, lê belê Washington nikare li hember wan tawan û dijminkariya Rûsyayê ku li dijî Ukraynayê dike bêalî be û temaşe bike.”
Herwiha Joe Biden diyar kir: “Em êrîşî Rûsyayê nakin, em alîkariya Ukraynayê dikin ji bo ku berevaniya xwe li hember dijminkariyên Rûsyayê bikin. Amerîkayê ji bo rûbirûbûna her tankeke Rûsî, 10 çekên dijetank dane Ukraynayê.”
Biden da zanîn, êrîşkirina bi çekên atomî, berpirsiyarane nîne û Amerîka nahêle Rûsya bi gefa birrîna enerjiyê, siyaseta bizdandinê li hember Ewropayê bimeşîne û petrol û gaza xwe weke zextek li ser Ewropayê û xweveşartina ji sizayan bi kar bîne ku ji ber êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê, bi ser Moskowê de hatine sepandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin