Brîtanya 2,74 milyar euro dide Ukraynayê

02 March 2025 14:05 0 dîtin
Brîtanya 2,74 milyar euro dide Ukraynayê

PeyamaKurd - Brîtanya û Ûkraynayê li ser pakêta alîkariyê ya bi nirxê 2,74 milyar euroyan  alîkariya li hev kir.

Piştî Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer û Serokê Ûkraynayê Volodimîr Zelenskiy li Londonê  civîyan, beşdarî merasîma îmzekirinê bûn. Wezîrên darayî yên herdu welatan peyman îmze kirin.

Hate ragihandin ku pakêta alîkariya darayî ji bo piştgirîdana kapasîteya parastinê ya Kîevê ye û wê ji dahatên sermayeyên Rûsî yên cemidî bê kirin.

Wezîra Darayî ya Brîtanyayê Rachel Reeves got ku "Ev peyman beşek ji piştgiriya girîng a Brîtanyayê bo gelê Ûkraynayê ye".

Zelenskiy piştî rageşiya li Qesra Spî bi Trump û Vance re, li Brîtanyayê bi germî hat pêşwazîkirin û Brîtanyayê piştgiriyeke xurt bo welatî wî di şerê dijî Rûsyayê de nîşan da.