Yekîtiya Ewropayê alîkariya 4,1 milyar euroyon bo Ukraynayê pejirand
PeyamaKurd – Konseya Ewropayê ragihandin ku welatên endamên Yekîtiya Ewropayê alîkariya darayî ya bi nirxê 4,1 milyar euroyan bo Ukraynayê pejirand.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew alîkarî di çarçoveya pakêta alîkariyê ya 50 milyar euroyan de hatiye qebûlkirin ku dê ew fon ji bo îstiqrara aboriya Ukraynayê û pêşveçûna birêvebirina welat bê pêşkeşkirin.
Konseya Ewropayê daye xuyakirin ku Ukraynayê şert û mercên pêwîst ji bo reforman pêk anîne û lewma jî wê ew fona alîkariyê ji bo wê bê pêşkeşkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Yekîtiya Ewropayê pakêta alîkariya darayî bo Ukraynayê piştî êrîşên dagirkirina Ukraynayê yên di Sibata 2022yan de dest pê kiribûn pejirandibû.
Li gorî plana alîkariyê ya 1ê Adara 2024an hatiye pesendkirin, wê tevahiya 50 milyar euro alîkariya darayî heta 2027an bo Ukraynayê bê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin