Yekîtiya Ewropayê 700 milyon euro alîkariya bo Filîstînê rawestand

09 October 2023 21:03 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê 700 milyon euro alîkariya bo Filîstînê rawestand

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) îro 9ê Cotmehê biryar da ku hemû alîkariyên darayî yên geşepêdanê yên bo Filîstînê bên hilawistin.

Berpirsê Komîsyona Cîrantî û Berfirehbûnê yê YEyê Oliver Varhelyi, ragihand ku alîkariyê geşepêdanê yên bo Filîstînê hatine rawestandin.

Li gorî biryarê hemû fonê Yekîtiya Ewropa yên ji bo filîstîniyên Xeta Xezeyê bi nirxê 700 milyon Euroyî hatin rawestandin.

Berpirsê Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê YEyê Josep Borrell jî li ser medya civakî ragihandiye ku sibe 10ê Cotmehê ji bo rewşa Îsraîlê û herêmê gotûbêj bikin, hemû wezîrên derve yên YEyê civîneke lezgîn li dar dixin.

Hêjayî gotinê ye, Yekîtiya Ewropayê piştî êrîşên Hemasê yên 7ê Cotmehê piştevaniya xwe bo Îsraîlê ragihandibû.