Yekîtiya Ewropayê plana 800 milyar euro ya xwe biçekirinê eskere kir
PeyamaKurd - Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen plana 800 milyar euroyî ya xwe ji nû ve çekdarkirina Ewropayê eşkere kir.
Piştî ku Amerîkayê alîkariya leşkerî ya Ukraynayê rawestand, Yekîtiya Ewropayê dest bi zêdekirina xercên berevaniyê kir. Von der Leyen ragihand: "Em di serdema nû ya çekdariyê de ne. Ewropa amade ye ku xercên xwe yên berevaniyê zêde bike."
Plana pênc beşî wiha ye:
- Serbest kirina fondên giştî yên leşkerî
- Dabînkirina 150 milyar euro kredî ji bo welatên endam
- Bikaranîna bûdçeyê ya Yekîtiya Ewropa
- Bilezkirina Yekîtiya Tasarruf û Wergirtinê
- Mobîlîzekirina sermayeya taybet
Von der Leyen got: "Em amade ne ku berpirsiyariyên xwe bicih bînin. Ev plan dê 800 milyar euro ji bo Ewropayeke ewle û berxwedêr mobîlîze bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin