Yekîtiya Ewropayê Tirkiye jî di nav de 14 milyar euro alîkarî dide 7 welatan

03 June 2021 13:39 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê Tirkiye jî di nav de 14 milyar euro alîkarî dide 7 welatan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser li hev kiriye ku Tirkiye jî di nav de alîkariya 14 milyar û 200 milyon euro heta sala 2027ê bide 7 welatên namzedên enmdamtila Yekîtiya Ewropayê.

Konseya YEyê pakêta alîkariyên darayî ya bo 7 welatên berendam pesend kir ku Tirkiye jî di nav de cî digire.

Komîserê ji Berfirehbûna YEyê berpirsiyar Oliver Varhalyi, li Brukselê eşkere kir ku pakêta alîkariyê ji 14 milyar û 200 milyon euroyan pêk tê û wê di nav salên 2021-2027an de bo welatên berendam were pêşkeşkirin.

Varhalyi da xuyakirin ku wê welatên berendamên YEyê; Tirkiye, Kosova, Karadağ, Makedonya Bakur, Arnavutluk û Sirbistan wan alîkariyan bistînin.

 Li gorî nûçeya DWyê ji bo Tirkiyê herwiha Komîsyona Ewropayê daye xuyakirin ku divê pirsgirêkên li Tirkiyê yên wekî hiqûq û edaletê li gorî standardên ewropayê werin sererastkirin.