Ji Yekîtiya Ewropayê ji bo derziya koronayê 1 milyar euro

04 May 2020 20:13 0 dîtin
Ji Yekîtiya Ewropayê ji bo derziya koronayê 1 milyar euro

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo derziya nehiştina nexweşiya vîrusa koronayê soz dide ku 1 milyar euro bide xebat û lêkolînên pizîşkî.

Seroka Komisyona YEyê Ursula von der Leyen, bi vîdyo konferansê di çalakiya ‘Soza Têkoşîna Gerdunî bo Covid-19’ de axivî û got ku pêwîstî bi têkoşîneke gerdunî heye daku derziya bo koronayê bê çêkirin bigihe her derê dinyayê.

Von der Leyen, ragihand ku Yekîtiya Ewropayê ji bo têkoşîna dijî Covid-19 û xebatên derman û derziyan soza terxankirina 1 milyar euorayan dide.

Înîsiyatîfa ‘Soza Têkoşîna Gerdunî bo Covid-19’ bi beşdarî û hevkariya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WOH) û serokên welatên, Fransa, Almanya, Îspanya, Îtalya, Brîtanya, Norwêc, Erebistana Siûdî û Kanadayê birêve diçe.