Yekîtiya Ewropa 235 milyon euro alîkarîyê pêskesî Sûriyê dike
PeyamaKurd - Endama Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Hadja Lahbîb serdana Şamê kir û bi Serokê rêveberiya veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera re civiya. Li aliyê din Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê jî alîkariya 235 milyon euroyî bo Sûriyê ragihand.
Endama Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Hadja Lahbîbê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hevdîtina xwe ya ligel Ehmed Şera de daxuyanî da.
Labîbê got: “Min li Şamê li gel Serokê Sûriyeyê Şer civîneke berfireh û samîmî li ser rewşa jeopolîtîka Sûriye û herêmê pêk anî. Em li vir in da ku hewcedariyên gel bibînin û piştgiriya xwe bidomînin. YE alîkariyeke nû ya mirovî ya 235 milyon euroyî dabîn dike.”
Lahbîbê da zanîn ku peyameke zelal a li Sûriyeyê heye û diyar kir: “Paşeroja Sûriyeyê ya hemû Sûriyeyiyan e. Divê birêvebirina welêt hemû aliyan li xwe bigire. Ez dê peyamên xweş ên ji rayedaran ji wezîrên YEyê re bibêjim.”
Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyenê jî parvekirina Lahbîb li ser hesabê medya civakî parve kir û got: “Sûriye di rêyeke krîtîk de ye û dema hêviyê ya ji bo paşerojeke çêtir e. Em dê bi paketa alîkariya krîzê ya 235 milyon euroyî alîkariya mirovî ya pêwîst bigihînin gelê Sûriyeyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin