Yekîtiya Ewropa: Me 10 milyon Euro ji bo zerardîtiyên hiskesaliyê yên li Sûriyê veqetand
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê diyar kir, 10 milyon Euro wek alîkarî dide zerardîtiyên hişkesaliyê yên li Sûriyê.
Yekîtiya Ewropayê da zanîn, wan 10 milyon Euro ji bo zerardîtiyên hişkesaliyê yên li Sûriyê veqetandine, da ku av, jêrxana avdanê û jêrxana avrêjê ji bo wan bên nûjenkirin, herwiha wê alîkariyên bilez ji bo keresteyên xwarinê û xizmetkariyên tendirustiyê, ji bo zerardîtiyan bên dabînkirin, bi taybetî pêwîstiyên zivistanê.
Bi van 10 milyon Euroyan, qebareya alîkariyên mirovî yên Yekîtiya Ewropayê ji bo xelkê Sûriyê di nava sala 2021 de gihîşt 141 milyon Euroyan.
Di her du salên dawî de, Sûriyê wek piraniya welatên Rojhilata Navîn, rûbirûyî hişkesaliyê bû, di encamê de genim ji bo dabînkirina erdê nan û tovê çandiniyê zêde kêm bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin