Wê Yekîtiya Ewropa 30 milyon euro alîkariyê bide Lubnanê
PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, ragihand ku ew dê 30 milyon euro alîkariya mirovê pêşkeşî Lubnanê bikin.
Ursula von der Leyen, di vê daxuyaniya xwe ya piştî zêdebûna êrîşên Îsraîlê bi ser Lubnanê de got, “YE, îsal alîkariyên mirovî yên bo Lubnanê derdixe ser zêdetirî 100 milyon euroyan. Wê pakêta 30 milyon euroyan a nû alîkariyên pêwîst bo wan dabîn bike.”
Leyen herwiha bangewazî kir ku li Xezeyê û sînorên Lubnanê agirbest were ragihandin û hemû dîl werin berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin