Yekîtiya Ewropayê, ji bo cebilxeneyê 500 milyon euro vediqetîne

07 July 2023 15:00 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê, ji bo cebilxeneyê 500 milyon euro vediqetîne

PeyamaKurd- Saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE) li hev kir ku ji bo alîkariya Ukraynayê û zêdekirina hilberîna cebilxaneyan a ji bo stokên xwe, 500 milyon Euro wekî alîkariyê bidin kompaniyên pîşesaziya parastinê.

Hat ragihandin ku Konsey û Parlamentoya Ewropayê li ser rêziknameya qanûnî ya zêdekirina cebilxaneyê li hev kirine.

Rêziknameya qanûnî ya bi navê "Qanûna Piştgiriya Hilberîna Cebilxaneyê" 500 milyon dolar ji butçeya Yekîtiya Ewropayê ji bo baştirkirina kapasîteya hilberîna cebilxane û moşekên topên erdê tê dayîn.

Tê payîn ku qanûnên Yekîtiya Ewropayê, beriya dawiya tîrmehê bikeve meriyetê.

Serokên welatên Yekîtiya Ewropayê di meha adarê de li hev kiribûn ku bi lezgînî alîkariya cebilxaneyê ji Ukraynayê re zêde bikin û hat plankirin ku ji bo Ukraynaya ku bi Rusyayê re di nav şer de ye, cebilxane bê şandin.