Yekîtiya Ewrûpayê soza alîkariya bi 235 Milyon Euroyî da Sûriyê
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê ji bo alîkariya Sûriyê bi miqdarê 235 milyon euroyî soz da. Endama komisyona wekheviyê û rêvebiriya krîzê ya YEyê Hadja Lahbib, li ser pêvajoya demkî ya Sûriyê ya dîrokî ragihand ku divê vîzyonekî piralî li Sûriyê bê avakirin.
Bi serpereştiya endamê Komîsyonê Hadja Lahbib, heyetekî roja Înê bi rêvebirê demkî yê Sûriyê Ahmed Şara re civiya û soz da ku wê bi 235 milyon euroyî (241 milyon ABD dolar) destekê bidin Sûriyê.
Lahbib, ragihand ku bi deh salaye li Sûriyê şer û pevçûn heye û ji bo xelkê Sûriyê bigihê refahê, divê ji Sûriyê re vîzyonekî ku karibe temamê pêkhateyan hembêz bike bê avakirin. Lahbib got:
“Sûriyeyî ji nûh de dîrokê dinvîsin û em jî teşwîq dikin ku civakekî herkesî temsîl bike ava bikin. Sûriyeyî aştyê, îstîqrarê û dadweriyê heq kirine. Em ê xebata xwe dewam bikin da piştî şer êşa xelkê kêm bikin û destekê bidin pêdiviyên xelkê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin