Yekîtiya Ewrûpayê wê 270 milyon Euro destekê bide Ermenistanê
PeyamaKurd - Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, serokwezîrê Ermensitanê Nikol Paşinyan, seroka komisyona YE yê Ursula von der Leyen û nûnerê bilind yê YE yê Josep Borrell li Belçîkayê civînekî pêkanîn û piştî civînê derketin ber çapemeniyê.
Li ber çapemeniyê hat ragihand ku wê YEyê di 4 salan de wê 270 mîlyon Euro bide Ermenistanê. Her weha di civînê de li ser mijara bicîhanîna bernameyên Ajansa Navdewletî ya Geşepêdanê, li ser mesela Qerebaxê, li ser pêşdebirina demokrasiyê li Ermenistanê û mijarên weka wan axifîn.
Paşinyan ragihand ku ji bo aboriya Ermenstanê pêş bikeve wê destekê bide sektora taybet da karibin bikevin bazara dinyayê, ya Amerîka û YEyê.
Seroka komisyona Ewrûpayê Ursula Von der Leyen jî ragihand ku wê bernama veberhênanê li Ermenistanê bicîh bînin û heya niha ji bo koçberên Ermenî yên ji Qerebaxê derketine, ji 30 milyon Euroyê zêdetir destekê dane wan.
Leyen di dewama axaftina xwe de got ku wê veberhênanê ji bo Kabloya Derya Reş bikin û bi veberhênanan enerjiya paqij bibin Ewrûpayê. Ji ber vê jî divê pêwendiyên Ermenistanê bi Gurcistanê re xwurt bikin.
YEyê bi têkiliyên bi Ermenistanê re dixwazin Ermenistanê bikin perçeyekî ji YEyê. Diyaspora Ermenistanê di dinyayê de û li seraserê Ewrûpayê ya duyeme ku mezine lê veberhênana dewlemendên Ermen li Ermenistanê tine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin